PeyamaKurd – Li ser rasperdeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezareta Tenduristiyê ji bo alîkariya mexdûrên lehiyê yên li navçeya Çemçemalê ket tevgerê. Îro karwanekî berfireh ê derman û pêdiviyên bijîşkî gihîşt herêmê.
Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzencî ragihand ku wî bi xwe serperiştiya gihandina van alîkariyan kiriye. Di daxuyaniya xwe ya ji bo BasNewsê de, Berzencî diyar kir ku mîqdareke mezin a derman, kelûpelên laboratuvarê, amûrên neştergeriyê û dermanên nexweşiyên kronîk radestî Nexweşxaneya Giştî ya Çemçemalê kirine.
Ev pêngav piştî wê yekê hat ku di rojên borî de lehiyeke dijwar li herêmê rabû û ziyaneke mezin gihand welatiyan. Hikûmeta Herêmê bi vê gavê armanc dike ku kêmasiyên tenduristî yên li navçeyê çareser bike û piştevaniya mexdûran bike.