PeyamaKurd – Piştî hevdîtinên li Şamê, paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr dê bibe navenda nexşerêya nû ya Sûriyeyê.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, dewreyeke nû û berfireh a danûstandinan di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li Hewlêrê dest pê bike.
Ev lûtkeya ku li di bin çavdêriya rasterast a Serok Mesûd Barzanî û bi amadebûna Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack tê birêvebirin.
Şandeya Şamê ji aliyê Wezîrê Derve Esed Şeybanî ve tê birêvebirin, di heman demê de Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Fermandara YPJê Rojhilat Efrîn nûnertiya aliyê Kurdî dikin.
Di rojeva civînê de entegrekirina HSDyê di nav artêşa Sûriyeyê de û parastina statuya bajarên Hesekê û Qamişlo heye. Rola Hewlêrê wekî navbeynkar piştî peywendiya telefonî ya di navbera Serok Ehmed Şera û Mesûd Barzanî de xurttir bû, ku her du alî li ser çareseriya siyasî hemfikir bûn.