PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya kesayetê niştimanperwer û Wezîrê berê yê Ewqaf û Karûbarên Olî, Şêx Mihemed Şakelî, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe ya kûr ji bo malbat, kesûkar û hevalên rehmetî anî ziman û diyar kir ku ew xwe wekî hevparê xema wan dibîne.
Mesrûr Barzanî ji Xwedayê Mezin daxwaz kir ku ruhê Şêx Mihemed Şakelî bi bihiştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata wî.
Şêx Mihemed Şakelî wekî kesayeteke diyar û têkoşer di dîroka Kurdistanê de cîhê xwe girtibû û di kabîneyên berê yên hikûmetê de xizmeteke mezin kiribû.