PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 22yê Rêbendana 2026an li Swîsrayê, li kêleka Korbenda Aborî ya Cîhanî (Davos) bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot re hevdîtinek pêk anî.
Di civînê de peywendiyên dîrokî yên di navbera Hewlêr û Parîsê de hatin nirxandin û Wezîr Barrot silavên Serokê Fransayê Emmanuel Macron gihandin Mesrûr Barzanî.
Mijara herî giring a civînê alozî û şerê li Sûriyeyê bû. Her du aliyan nîgeraniya xwe ya kûr li ser zêdebûna çalakiyên leşkerî û metirsiya ji nû ve xurtbûna DAIŞê anîn ziman.
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Fransî tekez kirin ku çareserî bi tenê bi rêya diyalogê pêkan e û destnîşankirin ku divê di her cure rêkeftinekê de mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên li Sûriyeyê werin misogerkirin.