PeyamaKurd - Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş ragihand ku Serok Mesûd Barzanî wê beşdarî 4emîn Sempozyûma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî bibe, ku wê li navçeya Cîzîre ya Şirnexê were lidarxistin.
Sempozyûma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî ya 4emîn îro (28ê Mijdarê) li navçeya Cîzîre ya Şirnexê dest pê dike.
Gelek mêvan ji Tirkiye û çar aliyên cîhanê ji bo sempozyûma du rojî hatine vexwendin.
Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş di daxuyaniyekê de diyar kir ku Mesûd Barzanî yek ji mêvanên ku ji Herêma Kurdistanê ji bo sempozyûmê hatine vexwendin e.
Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş wiha got:
"Me Serok Barzanî bi rêya nivîsgeha Barzani vexwend sempozyûmê û îhtîmala ku ew were Cîzîrê û beşdar bibe ji sedî 90 e."
Alkiş destnîşan kir ku gelek profesor û akademîsyen ji zanîngehên Herêma Kurdistanê jî ji bo sempozyûmê hatine vexwendin û wê gotarên xwe pêşkêş bikin.