PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di peywendiyeke telefonî de êrîşa bi droneyan a li ser zeviya gazê ya Kormorê bi tundî şermezar kirin.
Di axaftinê de biryar hat dayîn ku ji bo dîtin û cezakirina êrîşkaran, komîteyeke lêkolînê ya hevbeş were avakirin.
Sûdanî êrîş wekî "êrîşeke li dijî tevahiya Iraqê" pênase kir. Piştî bûyerê, hilberîna gazê li zeviyê bi awayekî demkî hate rawestandin.