PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku di pêvajoya avakirina kabîneya 10emîn a hikûmetê de qonax û rewşeke nû derketiye pêş.
Ev daxuyanî îro Sêşemê (25ê Mijdarê) di dema pêşwazîkirina Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durel de hat dayîn. Di hevdîtinê de ya ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Jan Brem jî amade bû, guherînên dawî yên li qada siyasî ya Iraq û herêmê hatin nirxandin.
Di civînê de bi taybetî li ser encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û hewldanên ji bo avakirina hikûmeta nû ya li Bexdayê rawestiyan.
Derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê de jî, Mesrûr Barzanî bal kişand ser danûstandinên ji bo kabîneya nû û got: "Rewşeke nû ji bo avakirina hikûmetê derketiye holê."