Serok Barzanî: Divê hikûmeta nû ya Iraqê li gorî destûrê û daxwaza gel be

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî: Divê hikûmeta nû ya Iraqê li gorî destûrê û daxwaza gel be

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî di hevdîtina xwe de ya li gel şandeya pilebilind a dîplomatîk a Amerîkayê de, nexşerêya qonaxa nû ya siyasî ya Iraqê nirxand û tekezî li ser prensîbên destûrî kir.

Îro Sêşemê, Serok Barzanî pêşwaziya şandeya Amerîkayê ya bi serokatiya Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê Joshua Harris kir. Di civînê de Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê Gwendolyn Green jî amade bû.

Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê, serkeftina pêvajoya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li Serok Barzanî pîroz kir û spasiya rola wî ya di biserxistina vê pêvajoyê de kir.

Di civînê de, giranî hate dayîn ser pêngavên avakirina kabîneya nû ya hikûmeta federal. Serok Barzanî nêrîna xwe ya derbarê vê qonaxê de wiha anî ziman:

Pêwîst e hikûmeta nû ya Iraqê, rengvedana daxwaza tevahiya gelê Iraqê be û li ser bingeha destûrê were avakirin."

Mijareke din a hevdîtinê, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê bû. Serok Barzanî diyar kir ku danûstandinên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî de ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam in.

Her wiha, her du aliyan guhertin û astengiyên li herêmê nirxandin û li ser bihêzkirina peywendiyên stratejîk ên di navbera Amerîka, Herêma Kurdistanê û Iraqê de hevnêrîn bûn.