PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Mijdarê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Îmaratê li Herêma Kurdistanê Ehmed Hesen Şehî kir.
Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê nû yê Îmaratê li Herêma Kurdistanê kir û piştgiriya tevahî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina erkê wî anî ziman.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da ku, Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa behsa têkiliyên taybet û kevin ên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Îmaratê de jî kir.
Konsulê Giştî yê nû yê Îmaratê di wê hevdîtinê de kêfxweşiya xwe ji bo destpêkirina karê xwe li Herêma Kurdistanê anî ziman û silav û rêzên Serok û Cîgirê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan û Şêx Mihemed bin Raşid Al Mektûm gihandin Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pesnê pêşketin, avedanî û reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de jî kir.