Li Sûdanê agirbesteke 3 mehî hat ragihandin

Dîroka Weşanê :
Li Sûdanê agirbesteke 3 mehî hat ragihandin

PeyamaKurd – Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) li Sûdanê, piştî ku artêşê pêşniyara navneteweyî red kir, biryar da ku ji aliyê xwe ve agirbesteke mirovî ya 3 mehî ragihîne.

Fermandarê HPLyê Hemdan Dagalo diyar kir ku wan ev biryar li ser daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump û Koma Çarî (DYA, Siûdî, Misir, Îmarat) daye.

Li aliyê din, Fermandarê Artêşê El-Burhan pêşniyarên ku HPLyê dikin şirîkê desthilatê red dike. Tevî van daxuyaniyan, şer li qadê didome; HPLy bajarê stratejîk El Faşîr kontrol kiriye û karesata mirovî ya li welêt bi koçberbûna 12 milyon kesan kûrtir dibe.