Hatimogullari: Ocalan ji bo Rojava perspektîfa kilîda çareseriyê pêskes kir

Dîroka Weşanê :
Hatimogullari: Ocalan ji bo Rojava perspektîfa kilîda çareseriyê pêskes kir

PeyamaKurd- Hevseroka DEM Partiyê naveroka hevdîtina Komisyona Meclîsê ya bi Ocalan re eşkere kir.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, di gotara heftane ya koma partiya xwe ya parlamentoyê de, derbarê naveroka serdana Îmraliyê ya Komîsyona Parlamentoyê de agahî dan û got, wê nirxandinên Ocalan ji bo Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê rênîşander bin.

Hatimogulları diyar kir ku Ocalan derbarê Bakurê Rojhilatê Sûriyê de, perspektîfeke ku bibe kilîla çareseriyê li Sûriyê pêşkeş kiriye û nirxandinên ku pirsgirêkên Sûriyê çareser bike kirine.

Hevseroka DEMê da xuyakirin, “Ev hevdîtineke ku aştî û demokrasiyê dide ber xwe ya çêker û hêvîyê dide ye. Bûye pêngaveke dîrokî ya ku rê li ber aştî û biratiya Tirkiye demeke dirêj e li bendê ye.”