PeyamaKurd – Îro (26.11.2025), Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya stratejiya bihêzkirina pîşesaziya navxweyî de, kevirê bingehîn ê kargeha "Teknolojiya Zêrîn 2" danî.
Di dema Kabîneya 9em de, bi giştî 24 mîlyar dolar veberhênan li Herêma Kurdistanê hatiye kirin, ku nêzîkî 4 mîlyar dolarê wê tenê li sektora pîşesaziyê ye.
Herwiha, hikûmetê giringiyeke taybet daye teknolojiya dîjîtal. Gelek xizmetguzarî wekî Hesabê Min, E-Vîze, KRDPASS û Projeya Ronakiyê hatine aktîvkirin da ku karûbarên welatiyan hêsantir û nûjentir bibin.