Kremlîn: Me guhertoya nû ya plana Trump wergirt

Dîroka Weşanê :
Kremlîn: Me guhertoya nû ya plana Trump wergirt

PeyamaKurd – Koşka Kremlînê bi fermî ragihand ku guhertoya herî dawî û sererastkirî ya plana aştiyê ya Amerîkayê ya ji bo şerê Ûkraynayê gihîştiye destê wan. 

Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Serokê Rûsyayê, Yûri Ûşakov, îro Çarşemê piştrast kir ku plana nû li ber destê wan e û diyar kir ku di planê de hin xal hene ku pêdivî bi analîzeke cidî û kûr heye. Ûşakov herwiha da zanîn ku di civînên duh ên li Ebû Dabiyê de ev plan nehatiye nîqaşkirin, lê rayedarên îstîxbarata Rûsya û Ûkraynayê li ser mijarên hesas, di nav de pevguhertina girtiyan, hevdîtin pêk anîne.

Li gorî zanyariyan, trafîka dîplomatîk di navbera her du welatan de zêde dibe; Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Ûkraynayê, Steve Witkoff, dê hefteya bê ji bo gotûbêjkirina hûrgiliyên planê serdana Moskowê bike. Ev serdan piştî hişyariya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov tê, ku gotibû eger tiştên li Lûtkeya Alaskayê hatine axaftin werin guhertin, dê rewş cûda be. 

Li aliyê din, Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî jî nêrîna xwe ya li ser guhertoya nû eşkere kir û got ku di plana sererastkirî de guhertinên erênî hene, lê tekez kir ku ew ê mijarên hesas rasterast bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re nîqaş bike.

Her çiqas hûrgiliyên guhertoya nû tam nehatibin eşkerekirin jî, di pêşnûmeya destpêkê ya plana Amerîkî de çend xalên girîng hebûn. Di nav wan de devjêberdana Ûkraynayê ji Qirim û Donbasê, bêçekkirina herêmên Xerson û Zaporijyayê, vekişîna daxwaza Ûkraynayê ya ji bo endamtiya NATOyê, kêmkirina hejmara artêşa Ûkraynayê û lidarxistina hilbijartinan di nav 100 rojên piştî agirbestê de cih digirtin