PeyamaKurd – Wezareta Plankirinê ya Iraqê îro (26.11.2025) encamên destpêkê yên serjimêriya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê eşkere kirin. Li gorî daneyên fermî, encamên sereke wiha ne:
Hejmara giştî: Nifûsa Iraqê gihîştiye 46,118,793 kesan. Ji vê hejmarê 340,131 kes welatiyên biyanî ne.
Zayend: Rêje nêzîkî hev e;
Temen:
Rêjeya mezinbûna nifûsê %2.5 e.
Malbat: Navîniya endamên malbatê 5 heta 7 kes e. Zêdetirî 7 milyon malbat ji aliyê mêran ve û 910 hezar malbat jî ji aliyê jinan ve tên birêvebirin.
Xanî: %72ê welatiyan di xaniyên xwe de (an bê pere) rûdinên û %21.5 jî di kirê de ne. Hejmara yekîneyên niştecihbûnê li seranserê welêt gihîştiye zêdetirî 8 milyonan.