Mesrûr Barzanî li Dubaiyê ye: Têgihîştina hevbeş mifteya çareserkirina pirsgirêkan e

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî li Dubaiyê ye: Têgihîştina hevbeş mifteya çareserkirina pirsgirêkan e

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya beşdarbûna xwe ya di “Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê” de li Dubayê, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Mesrûr Barzanî bal kişand ser giringiya vê platformê ji bo ku dengê gelê Kurdistanê bigihîje cîhanê û ragihand ku “têgihîştina hevbeş mifteya çareseriyê ye”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku “Herêma Kurdistanê her tim beşek ji çareseriyê bûye”, çi di warê ewlehiyê de û çi jî di warê pêşketina aborî de.

Wî her wiha behsa serkeftina pêvajoyên reformê kir û got ku “çaksaziyên aborî bandoreke erênî li ser pêşketina herêma me kirine”.

Wî tekez kir ku ji bo xizmeteke çêtir ji bo gel, pêwîstiya wan bi hevkariya xurt a bi welatên dost û cîran re heye.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ew her derfetê bi kar tînin da ku vîzyona Herêma Kurdistanê ya ji bo aramiya Rojhilata Navîn pêşkêşî serok û berpirsên cîhanî bikin.