Serokwezîr Barzanî û Serokwezîrê Urdinê tekezî li ser têkiliyên dualî kirin

Dîroka Weşanê :
Serokwezîr Barzanî û Serokwezîrê Urdinê tekezî li ser têkiliyên dualî kirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dubayê di çarçoveya Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê de bi Serokwezîrê Urdinê Cefer Hesen re civiya.

Daxuyaniyek ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve roja Sêşemê 3ê Sibata 2026an hat weşandin, nîşan dide ku Serokwezîr Barzanî û Serokwezîrê Urdinê Hesen di çarçoveya Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê de civiyan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di civînê de rewşa giştî ya Iraq û herêmê hatiye nîqaşkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serokwezîrê Urdinê silav û rêzên Padîşah Abdullah II ji Serokwezîr re ragihand û xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşxistina têkiliyên dualî anî ziman. Serokwezîr rêz û teqdîra Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya Urdinê û bi taybetî Padîşah Abdullah dubare kir."