Mesrûr Barzanî Pêswazî li Balyozê Nû yê Koreya Basûr Kir, Li ser Têkiliyên Dualî Gotûbêj Kirin

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî Pêswazî li Balyozê Nû yê Koreya Basûr Kir, Li ser Têkiliyên Dualî Gotûbêj Kirin

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Mijdara 2025an pêşwazî li Balyozê nû yê Koreya Başûr li Iraqê Lee Joon-il kir. Di hevdîtinê de, ku li ser çend mijarên giring hat gotûbêjkirin, Serokwezîr Barzanî karê nû yê Balyoz pîroz kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de bal kişand ser dostînî û têkiliyên kevin ên di navbera Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr de. Wî her wiha piştgiriya tevahî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyên dualî di warên cuda cuda de diyar kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku Balyozê Koreyê Lee Joon-il pesnê pêşketin û avedaniya Herêma Kurdistanê da. Wî daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re di warên cihêreng de tekez kir.

Balyozê Koreya Başûr her wiha serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîroz kir. Wî ji ber bicihanîna projeyan û serkeftina reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo avakirina jêrxaneyeka aborî ya bihêz destxweşî li Serokwezîr Barzanî kir.