PeyamaKurd- Endamê Konseya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand ku wan pêşniyara DYAyê ya "piştgiriya operasyona li dijî Heşda Şeibî" red kiriye û piştî vê helwestê êrîşên li ser herêmên wan hîn dijwartir bûne.
Salih Muslim destnîşan kir ku êrîşên li ser Kobanê û derdora wê ji berê de hatine plankirin û piştî hevdîtinên li Parîsê, destpêkirina êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê îspata vê planê ye.
Muslim ji Ajansa Mezopotamya re daye xuyakirin, tevî peymanên agirbest û ewlehiyê, êrîş bi deh hezaran leşkeran têne kirin ku ev komplo ye û plan li Parîsê hatiye amadekirin.
‘Planeke navneteweyî heye’
Muslim anî ziman ku di pişt van êrîşan de Îsraîl, Tirkiye, Fransa, Brîtanya û DYA hene; hin ji van welatan piştgiriya lojîstîk didin û hin jî di rola planker de ne. Herwiha got ku welatên Kendavê jî bi rêya medyayê beşdarî vê pêvajoyê bûne û ev yek nîşana planeke pir-aktorî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) ye.
‘Me pêşniyara DYAyê red kir’
Muslim bal kişand ser pêşniyara Amerîka ya ji bo operasyona li dijî Heşda Şeibî û got: “Em nabin çete yan jî leşkerên bi pere yên kesî.” Derbarê nîqaşên entegrasyonê de jî diyar kir ku wan entegrasyona leşkerî qebûl kiriye, lê veguherandina vê ya wekî "asîmîlasyonê" red dikin û helwesta rêveberiya Şamê û Tirkiyeyê pêvajoyê dixitimîne.