PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Yekşemê, 16ê Mijdara 2025an, pêşwazî li Balyozê Îtalyayê li Iraqê Nicolo Fontana kir. Di civînê de têkiliyên dualî yên Îtalyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, û her wiha pêşeroja siyasî ya her du herêman hatin nîqaşkirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan kêfxweşiya xwe ji serkeftina pêvajoya dengdanê anîn ziman û hêvî kirin ku Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de ber bi qonaxek nû û baştir ve biçin.
Di vê hevdîtina giring de, ku Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê Tommaso Sansone jî amade bû, mijarên wekî rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, hewldanên ji bo avakirina kabîneya nû, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û rewşa dawî ya li Sûriyeyê jî hatin gotûbêjkirin. Ev civîn nîşana girîngiya têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de ye di çarçoveya pêşhatên herêmî û navneteweyî de.