Îsraîl ragihand ku plana wan nîne da êrîsê ser Îranê bikin

Dîroka Weşanê :
Îsraîl ragihand ku plana wan nîne da êrîsê ser Îranê bikin

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Îsraîlê Gideon Saar ragihand ku planeka wan nîne da êrîşê Îranê bikin lê li dijî firotina balafirên F-35ane ku bifroşin Tirkiyê. Li ser mijara Xezzayê jî Saar rexneyan kir.

Saar, bo rojnama The Jerusalem Post axifî û got ku Îran car din bernama nuklerî dewam dike, heya astekî dikare fuzeyan çêbike lê asta wan ne weka berê ye.

Saar got ku li dijî firotina F-35ane ku bidin Tirkiyê û Amerîka vê mijarê dizane. Îsraîl her weha naxwaze ku Tirkiyê di hêza aştiyê ya Xezzayê de cîh bigre.