Qedexeya derketina derve li Qamîşloyê hat ragihandin

Dîroka Weşanê :
Qedexeya derketina derve li Qamîşloyê hat ragihandin

PeyamaKurd – Serdemeke nû li Qamişloyê dest pê dike. Li gorî rêkeftineke di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, li bajêr qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Li gorî agahiyên ku K24ê bi dest xistiye, roja Sêşemê 3ê Sibata 2026an li Qamişloyê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Di çarçoveya pêkanîna rêkeftina berfireh a di navbera hikûmeta Sûriyê û HSDê de, hêzeke ewlehiyê ya girêdayî hikûmeta Sûriyê dê li Qamişloyê were bicihkirin.

Di vê çarçoveyê de, hêzeke ji 125 kesan ji Wezareta Navxweyî ya Sûriyê wê îro têkeve Qamişloyê.

Îro, Balafirgeha Qamişloyê jî wê radestî hikûmeta Sûriyê were kirin. Piştî radestkirina balafirgeh û deriyên sînor ji hikûmeta Sûriyê re, di qonaxa duyemîn de qadên petrolê wê werin radestkirin.

Piştî ketina hêzên girêdayî Wezareta Navxweyî ya Sûriyê nav navendên bajarên Heseke û Qamişloyê, pêvajoya entegrekirina hêzên Asayîşê li herêmê wê dest pê bike.