PeyamaKurd – Rêya navbera Ardaxanê û Çawşatê bi sedema barîna berfê û bagerê bo erebryan hat girtin. Bi taybetî li devera Saharayê ji ber mesafa dîtina ajotvanan gelek kême erebe nikarin di rê de herin.
Ji bo karibin rê vekin, divê bisekinin heya bager û bamişta deverê bi xwe raweste.
Her weha li heman herêmê li rêya navçên Damal-Posof û Turkgözü jî, rêya ku diçe gumrikê, bi taybetî devera Ilgarê bo çûn û hatina treyleran hat girtin.