Rojhilat | Li Seqizê 17. Festîvala Navdewletî ya Sanoya Kurdî dest pê kir

Dîroka Weşanê :
Rojhilat | Li Seqizê 17. Festîvala Navdewletî ya Sanoya Kurdî dest pê kir

PeyamaKurd- Li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, 17emîn Festîvala Navdewletî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê dest pê kir. Di festîvala îsal de 12 komên şanoyê ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar dibin û hunera xwe pêşkêş dikin.

Sekreterê Desteya Rêveberiya Festîvalê Qutbedîn Sadiqî ragihand, festîvala îsal pênc rojan berdewam dike û bûye platformek ji bo hevdîtina hunermend û şanogerên Kurd.

Sadiqî got: "Me karî em peywendiyê di navbera hunermendan de, di navbera hunermend û xelkê de û di navbera hunermend û berpirsan de ava bikin. Hemû hewldanên me ew in ku em careke din bikarin şanoya Kurdî ya Seqizê bi rê ve bibin û bikin navendek ji bo guftûgo û çavpêkeftinan."

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê yek ji girîngtirîn çalakiyên hunerî li Rojhilatê Kurdistanê ye û salane mazûvaniya bi dehan hunermend û komên şanoyê dike.