PeyamaKurd – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) wê sibê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç û Serokê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş re bicive.
Dîroka civîna ku tê payîn di navbera Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Meclisê Kurtulmuş de were lidarxistin hatiye destnîşankirin.
Şanda Îmraliyê, ku ji Pervin Buldan, Mithat Sancar û Faik Ozgur Erol pêk tê, wê sibê (Sêşem, 23ê Kanûna Pêşîn a 2025an) saet 10:30ê sibê li Wezareta Dadê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re bicive.
Civîna bi Kurtulmuş re wê saet 12:30ê piştî nîvro li Parlamentoyê pêk were.
Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê berê bi Partiya Pêşerojê, Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Edalet û Geşepêdanê (AKP) re civiyabû.