PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Keleha Selahedîn li Qahîreya paytexta Misrê kir.
Di çarçoveya serdana xwe ya Misrê de, Serokwezîr Barzanî roja Yekşemê 21ê Kanûna Pêşîn a 2025an serdana Keleha Selahedîn li Qahîreyê kir.
Keleha ku ji aliyê rêberê Kurd Selahedîn ve hatiye avakirin, yek ji navdartirîn abîdeyên dîrokî yên Qahîreyê tê hesibandin.