PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi sedema serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê û hem serokkomarê Iraqê yê berê Berhem Salih bû komserê bilind yê Neteweyên Yekgirtî (UNHCR), pîrozbahiya Berhem Salih kir û razîbûna xwe ya bo ku Kurdekî ew karê girîng girtiye ser xwe, ew pîroz kir.
Baregeha Barzanî ragihand ku serok Barzanî bi sedema Dr. Berhem Salih bûye komserê bilind yê koçberan yê Neteweyên Yekgirtî (UNHCR), di rêya telefonê de lê geriyaye û ew pîroz kiriye.
Barzanî di rêya telefonê de dilxweşiya xwe bo Berhem Salih ragihandiye ku Kurdekî bûye wezîfedarê wezîfeyekî wisa girîng di NY de.
Berhem Salih di nav 12 navan de ew nav bû ku derket pêş û bû komserê bilind.
Şêwirmendê Dr. Berhem Salih Muhammed Hewrami roja Îna borî di daxwuyaniya xwe de gotibû:
“Di vê wezîfa NY di asta Ewrûpa û Amerîka de 12 navên kureyî ketin pêşbirkê. Piştî namzed bi komîta bilind ya NY re axifîn, dana vê wezîfê bo Berhem Salih bi dilxweşî qebûl kirin. Wê Berhem Salih di sala bê de dest bi karê xwe bike.”
Kesê ev karê han bigre ser xwe, ev tê vateya ku wê parastina 123 milyon koçber û mafên wan yên li seranserê dinyayê biparêze û ji wan berpirs be.
Endamê mekteb siyasiya PDKê Hoşyan Zêbarî di 30 Cotmeha 2025an de di ser hesabê xwe yê Xê de gotibû:
“Dr. Berhem Ahmed Salih bi desteka me ya temamî bo karê komseriya bilind ya koçberên Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) namzedê Iraqê û Herêma Kurdistanê ye. Berhem Salih bo temamê karê UNHCRê serdeste û dikare pirsgirêkan çareser bike.”