PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di hilbijartinên dewra 6emîn a Parlamentoya Iraqê de dengê xwe da.
Sindoqên dengdanê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê îro saet 7:00ê sibê hatin vekirin.
Serok Barzanî li navendeke ku li Pîrmamê hatiye avakirin dengê xwe da.
Hemû navendên dengdanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve têne parastin û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê bi kamerayên ewlehiyê pêvajoyê dişopîne.
Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê, zêdetirî 20 milyon dengdêr mafê dengdanê di hilbijartinan de hene ku zêdetirî 2.8 milyon ji wan li Herêma Kurdistanê ne.
Tê payîn ku hilbijartin saet 6:00ê êvarê biqede.