PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re, bi rêya telefonê axivî.
Li gorî daxuyaniyek ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê, Mihemed Şîa El-Sudanî êvara Sêşemê 20ê Çile bi rêya telefonê bi Mazlûm Ebdî re axivî.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "di axaftinê de rewşa li Sûriyeyê di bin ronahiya pêşketin û bûyerên ewlehiyê yên dawî de, û bandorên wan li ser ewlehî û aramiya herêmê û Iraqê, hat nirxandin."
Mihemed Şîa El-Sudanî girîngiya xurtkirina diyalogê di vê serdema hesas de tekez kir, û destnîşan kir ku pêdivî ye "mafên hemî pêkhateyan li Sûriyeyê werin misogerkirin û yekparçeyî û ewlehiya welêt were parastin."
Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê herwiha ragihand ku mijarek din a sereke ya nîqaşê mijara zindanên ku endamên DAIŞê lê ne bû.
Sudanî diyar kir ku "divê pêşî li terorîstan were girtin ku ji zindanan birevin û ewlehî û aramiya Sûriye, Iraq û tevahiya herêmê bixin xeterê."