PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helbestvan û nivîskar Jan Dost re li ser rola rewşenbîran di pêşxistina ziman, wêje û çanda Kurdî de axivî.
Mesrûr Barzanî doh (Çarşem, 26ê Mijdara 2025an) pêşwaziya nivîskar û helbestvanê Kurd Jan Dost kir.
Di hevdîtinê de, tevgera çandî ya li Kurdistanê û rola rewşenbîran di pêşxistina ziman, wêje û çanda Kurdî de hate nîqaşkirin.
Serokwezîr Barzanî pesnê berhemên nivîskar û helbestvan Jan Dost da û pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina çand û hunerê, piştgiriya rewşenbîran, azadiya derbirînê û pêşxistina çalakiyên çandî dubare kir.