PeyamaKurd – Parêzgeha Silêmaniyê îro (6ê Kanûna Pêşîn) mazûvaniya yekemîn şampiyoniya Kuba Rubikê kir.
Di pêşbirkê de ku li Silêmaniyê hat organîzekirin, nêzîkî 150 zarok ji deverên cuda hatin cem hev. Şampiyonî li ser sîstema demê birêve çû û qonax bi qonax dijwartir bû.
Serpereşta çalakiyê Şînî Behaedînê diyar kir ku armanca pêşbirkê ne bi tenê lîstik e, lê armanc dike bê ka kîjan dest “herî zû pirsgirêkê çareser dike”. Behaedînê her wiha destnîşan kir ku ev çalakî dikarin “eleqeyê li warên nûjeniyê, di nav de hişê çêkirî, bernamekirin û endezyariyê, îlham bidin”.