Talebanî: Me bi PDKê re ji bo hikûmeta nû qonaxeke bas derbas kiriye

Dîroka Weşanê :
Talebanî: Me bi PDKê re ji bo hikûmeta nû qonaxeke bas derbas kiriye

PeyamaKurd- Endamê Komîteya Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Qubad Talebanî ragihand ku civîna îro 9ê Kanûnê ya PDK û YNKê hatiye bipaşxistin û dê her du alî hefteya bê bicivin.

Talebanî, di civîneke rojnamevanî de got, "Danûstandinên ji bo pêkanîna hikûmetê qonaxeke baş derbas kiriye. Serdana me ya Bexdayê derfeteke baş bû da ku em nêrîna aliyên Iraqî fêm bikin."

Talebanî li ser çûna xwe ya Bexdayê û hevdîtinên xwe yên bi serkirdeyên Iraqê re diyar kir, "Me piraniya aliyan dît, em hest bi pêvajoyeke sazkirî dikin. Em hêvîdar in ev yek bibe sedema pêkanîna hikûmeteke federal."

Talebanî got, "Serdana me derfetek bû ji bo fêmkirina wê dîtina ku li Bexdayê heye, herwiha wekî YNKê me dîtina xwe jî pêşkêşî aliyên Bexdayê kir. Em partiyeke Iraqî ne û baweriya me bi Iraqeke bihêz heye, lewra Herêma Kurdistanê jî di çarçoveya Iraqeke bihêz de bihêz dibe. Em ê bibin beşek ji dariştina siyaseteke stratejîk da ku Iraq bikeve ser rêyeke rast û durist a aborî û siyasî, di nav de jî çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê."

Qubad Talebanî li ser danûstandinên navbera PDK û YNKê de jî got, "Hefteya bê PDK û YNK dicivin. Biryar bû îro em bicivin lê civîn ji bo hefteya bê hat bipaşxistin."

Talebanî bersiv da pirsa namzedê YNKê yê Serokkomariya Iraqê jî û da zanîn, "Namzedê me nîne lê dê hebe û hîn em nizanin bê ka kî ye."

Li ser mûçeyên mehên 11 û 12an ên Herêma Kurdistanê jî Talebanî got: "Em kar dikin da ku ew her du mûçe neşewitin û ez piştrast im ku naşewitin. Em berdewam kar dikin da ku ev pêvajo raneweste. Niha lîsteyên mûçeyan tên amadekirin û petrol jî tê hinardekirin."