Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê: Pistî êrîsê %80ê elektrîkê qut bûye

Dîroka Weşanê :
Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê: Pistî êrîsê %80ê elektrîkê qut bûye

PeyamaKurd - Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê zirar û qutbûna elektrîkê ya piştî êrîşa îşev li ser qada gazê ya Kor Morê eşkere kir. Êrîşê li seranserê herêmê qutbûna elektrîkê ya berfireh çêkir.

"Em bi tevahî di tariyê de ne"

Umîd Ehmed, berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê û Rêveberê Giştî yê Kontrolkirina Elektrîkê, diyar kir ku êrîşê di tora elektrîkê ya neteweyî de qutbûnek giştî çêkiriye û got, "Sîstema elektrîkê ya neteweyî ji ber êrîşê bi qutbûnek giştî re rû bi rû maye."

Ehmed tekez kir ku Herêma Kurdistanê ji bo hilberîna elektrîkê bi giranî xwe dispêre gaza xwezayî û got,

"%80ê hilberîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê ji hêla santralên gazê ve tê peyda kirin. Di encama êrîşê de, herikîna gazê ber bi santralan ve bi tevahî rawestiyaye. Ji ber vê yekê, pergal hilweşiya, û%80ê elektrîkê li herêmê qut bûye."