Balyoza Fînlandiyayê ya li Iraqê, xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwest

PeyamaKurd – Îro Pêncşemê, 3ê Tîrmeha 2025an, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, ji ber xatirxwestinê pêşwazî li Balyoza Fînlandayê li Iraqê, Anu Sarelayê kir.
Di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî ji bo kar û xebatên Xatûn Sarela yên di rêya pêşxistina têkiliyên welatê wê bi Iraqê re, spasî û pêzanîn pêşkêşî wê kir û hêviya serkeftinê di erkên wê yên nû de jê re xwest.
Herwiha, wî daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo xurtkirina zêdetir a têkiliyan û hevkariya hevpar bi Fînlandayê re dubare kir.
Ji aliyê din ve, Anu Sarelayê pesnê hevkariya aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê bi wê û tîma wê re veda di dema karê wê de û tekez kir ku welatê wê bi girîngî li têkiliyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û her tim dixwaze hevkariya hevpar di hemû waran de berfirehtir bike.
Di beşeke din a hevdîtinê de, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê û amadebûn û rola jinan li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.





