PeyamaKurd- Berpirsê Beşa Hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cafer Emînkî di daxuyaniyeke rojnamevanî ya li Bexdayê de got ku ew ji encamên hilbijartina Parlamentoya Iraqê kêfxweş in û da zanîn: "Hejmara deng û kursiyên me di asta pêwîst de ne."
Emînkî got, wan deng û hejmara kursiyên PDKê yên ku ji aliyê jûra wan a hilbijartinê ve hatine hejmartin, bi amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê re dane ber hev û diyar kir, cudahiya di navbera hejmarên jûra hilbijartinê ya PDKê û yên Komîsyonê de ferqeke gelek kêm heye.
Berpirsê Beşê Hilbijartinê yê PDKê tekez kir: "Niha em piştrast in ku ne kesî dengên me birine û ne jî me dengên kesî birine, ji ber ku destkarîkirina sîstema hilbijartinê (ya Komîsyonê) ne pêkan e. Herwiha piştî hejmartina wan heft sindoqên Hewlêrê yên ku mabûn, 606 dengên me zêde bûn."
Emînkî bal kişand ser, armanca sereke ya beşdarbûna wan di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, nîşandana hêza wan a rastîn li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê bû û wiha axivî: "Me ev yek jî kir. Hejmara deng û kursiyên me di asta pêwîst de ne û me serkeftineke mezin bi dest xist. Em ji encaman gelekî kêfxweş in."
Herwiha hat destnîşankirin ku PDKê li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê, bêyî ku ti tifaqeke siyasî pêk bîne, herî zêde deng wergirtine, ku zêdetirî milyonek û 90 hezar deng e.