DEM Partiyê banga fermîkirin û perwerdeya bi Kurdî kir

DEM Partiyê banga fermîkirin û perwerdeya bi Kurdî kir

PeyamaKurd – Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li ser navê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “15ê Gulana 1932yan rewşenbîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan û hevalên xwe li Şamê Kovara Hawarê weşandin. Ev roja dîrokî di sala 2006an de weke Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin û ji wê salê ve ye tê pîrozkirin. Kurdên li çar aliyên cîhanê vê cejna xwe ya neteweyî bi coş û kelecaneke mezin, bi hişmendî û giyanê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî pîroz dikin.”

Hate diyarkirin, “Îro bi milyonan zarokên Kurd ên ku li vî welatî dijîn, ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in. Halbûkî ev maf, mafê bingehîn û gerdûnî ye û bi gelek peymanên navnetewî hatiye misogerkirin. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê li gorî peymanên gerdûnî yên ku imze kiriye tevnagere, ev helwesta rayedarên Tirkiyeyê dibe sedema pirsgirêk û aloziyên civakî. Heta ku hemû maf û azadiyên gelê Kurd ên çandî, zimanî û nasnameyî ku mafên herî rewa û bingehîn in, bi zagonan neyên mîsogerkirin, gelê Kurd dê li hemû qadên jiyanê di têkoşîna xwe ya çand, ziman û nasnameya azad de biryardar be.

Ziman nîşaneya nasname û statuya sîyasî ya gelan e. Ji ber vê jî, pêwist e zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Gelê me dê ji bo ku qedexeyên li ser zimanê Kurdî bidawî bikin û perwerdeya bi zimanê dayikê bi zagonan were mîsogerkirin têkoşîna xwe xurt bike, pêşî li xwebişaftinê bigire û rê nede polîtîkayên bişaftinê.”

Di dawiyê de jî daxwaza statuya Zimanê Kurdî hate kirin û wiha hate gotin: “Cejna Zimanê Kurdî dê li hemberî polîtîkayên bişaftinê û qirkirinên çandî, zimanî û civakî, bibe destpêka gavên şoreşgerî û çavkaniya hişmendî, hebûn û xwebûnê. Bi diruşma; ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya Kurdî’ em Cejna Zimanê Kurdî li Celadet Alî Bedirxan û hemû heval û hogirên wî û hemû xîretkêş û xebatkarên zimanê Kurdî pîroz dikin.”

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.