Îran-Rojhilat: Di hefteyekê de 17 kes hatin îdamkirin, 3 ji wan kolber in

PeyamaKurd- Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatiye destpêkirin, di hefteya 75emîn a kampanyayê de, daxuyaniyek li ser darvekirinan belav kir.
Li gorî daxuyaniyê di nava hefteyekê de 17 girtî ku yek ji wan jin e, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin.
Kampanyayê da zanîn ku ji serê sala 2025an heya niha, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 424 kes hatine darvekirin.
Hate diyarkirin ku roja Çarşema borî 3 kolberên Kurd yên bi navê Azad Şucaî, Idrîs Elî û Resul Ehmed bi tometa sîxuriyê hatine darvekirin.
Di heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Îran û Rojhilat, pêlek binçavkirinê bi hêceta siyasî û ewlekariyê destpê kiriye û piraniya kesên tên binçavkirin, cezayê giran didinê. Herwiha ji mafê xwe yê dadgehkirinê jî tên bê par hiştin.
Kampanyayê da zanîn ku ji her demê zêdetir niha jiyana girtiyên siyasî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, di metirsiyê deye û hate gotin: “Em bi Gelê Kurd û Îranê re banga hilweşandina cezayên darvekirinê û azadiya hemû girtiyên siyasî dikin.”
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




