Waliyê Kerkûkê li ser êrîşa bi moşekan daxuyanî da

Waliyê Kerkûkê li ser êrîşa bi moşekan daxuyanî da

PeyamaKurd – Waliyê Kerkûkê Rêbiwar Taha ragihand ku mûşekek li maleke li taxeke Ereban ket û mûşekek din jî li cihekî nêzîkî balafirgehê ket.

Duh êvarê li Kerkûkê du teqîn hatin bihîstin, yek li taxeke nîştecihbûnê û ya din jî li balafirgeheke leşkerî. Hat ragihandin ku teqîn êrîşên mûşekî bûn.

Waliyê Kerkûkê Rêbiwar Taha derbarê êrîşê de daxuyaniyek da û got ku lêpirsîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin û tu kesî canê xwe ji dest nedaye.

Rêbiwar Taha ragihand ku yek ji moşekan li maleke li taxeke Ereban û ya din jî li nêzîkî balafirgehê ketiye. Ew pê de çû ku tu qurbanî çênebûne:

Waliyê Kerkûkê Rêbiwar Taha diyar kir:

“Em li benda aliyên peywendîdar in ku lêkolînên xwe temam bikin. Bi xêra Xwedê, di êrîşê de tu ziyaneke canî çênebû, tenê ziyana madî gihîşt malekê. Moşek li navbera balafirgeha sivîl û ya leşkerî ket. Li her du aliyên balafirgehê jî zirar çênebû û geştên hewayî dê sibê bi awayekî normal berdewam bikin.”

Wî anî zimên ku moşeka ku li taxê ket dema ku ew li malê bûn li malbatê ket û tevahiya malbatê ewle bû û got, “Em ji hemî xelkê Kerkûkê re piştrast dikin ku em ê li dû kesên li pişt vê yekê bikevin.”

Rêveberiya Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê di saet 23:30an de ragihand ku sê moşekên nediyar bê ka yên kê ne li balafirgehê ketine û kesek birîndar bûye.

Rêveberiya balafirgehê ragihand ku “Du moşek li beşa leşkerî ya balafirgehê û yek jî li beşa sivîl ketin.”

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.