Dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê didome: Bend hatin zêdekirin

Dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê didome: Bend hatin zêdekirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên ku li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bendên kontrolê danîne, hem bendên kontrolê zêde kirine hem jî astengiyan ji xelkên wan taxan re derdixin.

Hate diyarkirin, endamên li ser bendan heta çenteyên dibistanê yên zarokan jî kontrol dikin.

Hê jî 2 rêyên sereke yên ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve nehatine vekirin û sotemenî derbasî her du taxan nabe.

6ê Cotmeha 2025an hêzên Şamê êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiribûn û xelkê her du taxan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva wan êrîşan dabûn. Piştre jî şandeke Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz hevdîtin kiribû û li ser agirbestê û vekirina rêyan lihevkirin çêbûbû.

Lê belê li gorî çavkaniyan, hê jî rêyên deriyê Cizîrê û Telit Eşrefiyê girtî ne. Herwiha rêya Dêr Hafir-Helebê jî girtî ye.

Çavkaniyeke ji Meclisa Giştî ya herdu taxan ji medya Rojavayê Kurdistanê re gotiye, ji ber girtina rêyan û qedexeya derbasbûna sotemeniyê ji bo herdu taxan egera pêkhatina krîzên mezin zêde bûye.

Li gorî çavkaniyan, bendên li derdora herdu taxan girêdayî Firqeya 60'an, Firqeya 72'yan û Firqeya 76'an ên Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne.

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.