Serok Barzanî spasiya Pêşmergeyên Şoreşên Îlon û Gulanê kir

Serok Barzanî spasiya Pêşmergeyên Şoreşên Îlon û Gulanê kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Cotmehê li Pîrmamê bi Dezgeha Bilind a Îlon û Gulanê û Hêzên Xebatê re civiya. Serok Barzanî spasî, rêz û hurmet pêşkêşî Pêşmerge û têkoşerên herdu Şoreşên Îlon û Gulanê kir.

Baregeha Barzanî da xuyakirin: “Serok Barzanî rêz û hurmet ji bo xebat û westiyana Pêşmerge û têkoşerên herdu Şoreşên Îlon û Gulanê tekez kirin, ku di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û bidestxistina azadiya gelê Kurdistanê de rola xwe lîst.

Herwiha Serok Barzanî destnîşan kir ku, tiştê ku niha heye encama xebata Pêşmerge û têkoşerên gelê me û xwîna şehîdên me yên qehreman e.

Serok Barzanî, di gotara xwe de, rewşa siyasî û pêşketinên Kurdistan û Iraqê ronî kirin û şîret û rênimayên pêdivî li ser pêvajoya siyasî û hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê pêşkêş kir.

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.