Nêçîrvan Barzanî di merasima derçûna xwendevanên Zanko ya Amerîka de axifî

Nêçîrvan Barzanî di merasima derçûna xwendevanên Zanko ya Amerîka de axifî

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (15.10.2025) li bajarê Silêmaniyê di derçûna 14 em ya xwendevanên Zanko ya Amerîka de, tevî merasimê bû û di merasimê de axifî.

Di heman çarçovê de Labaratuwara Zeka Çêkirî ya li ser navê serokê berê yê CIAyê yê General David Petraeus hatibû avakirin, merasima vekirina wê jî kir.

Barzanî, xwendevanên ku ji zankoyê derçûn pîroz kir û hem behsa ciyê rola zeka (bîr) çêkirî di dahatûya welat de nirxand. Barzanî ji bo xwendevanan got:

“Pêdiviya Kurdistanê û Iraqê bi we heye. Bi zanista we, bi fikrên we, bi nûhkirinên we û hêviyên we heye. Bi enerjiya we ya ku hêvî û riha we ya guhertinê hildigre, heye.

Tişta ku hun îro gihanê an we bidest xist, bila lisan be, bila lisansa bilind be, fêkiyên we yên hewl, ezma we biryardariya we ye. Di heman wextê de destpêka jiyana we ya praktîkî ya karyerê ye.”

Barzanî got ku ew aşkera û bi duristî dibêje ku:

“Ew xeyala we ya kun we çêkirî ya dahatûyê ya Kurdistanê û Iraqê, wê ji bilî we ti kes ava neke. Hun ê serpereştiya çaxa geşepêdanê bikin, hun ê serpereştiya civakekî û welatekî xwurt ya pêşkeftî, nûjen û geş bikin û dê berpirsiyarîya wê, li ser milên we be.”

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got ku divê ev welat li ser bingeha azadiyê, dekorasiyê, piraliyê, zelaliyê ava bibe û xwedî zanîn û pêşkeftinê be.

Di merasimê de tiştekî dinê ya balkêş jî merasima vekirina Labaratuwara Zeka (Bîr) Çêkirî ya General David Petraeus bû. Barzanî got ku labaratuwar ji aliyê lêkolînên zanistî û teknolojik de temsîla guherînê dike. Barzanî got:

“Ev proje wê bi zaravayê (lehça) Soranî destpêbike û paşî lehçeyên din yên Kurdî fireh bike. Wê zimanê Kurdî yê şîrîn û dewlemend bibe asteka dinê, wê zimanê Kurdî, mirata wê û wêjeya wê biparêze û bike navdewletî.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de behsa destpêkirina seferên balafirgeha Silêmaniyê û Tirkiyê kir û got di hefta borî de li Ankara bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re axifiye û biryara vekirina balafirgehê dane. Barzanî got:

“Em bi hêvîne ku di nêz de seferên Silêmaniyê ji bo Tirkiyê û ji wê derê jî bo Ewrûpayê destpêbikin. Di hefta borî de di hevdîtina min ya bi rêzdar Erdoğan re, biryara vekirina balafirgehê hat dayîn.

Navê balafirgeha Silêmaniyê guherî û bû Balafirgeha Mama Celal Talabanî, Mam Celal ji bo vê zankoyê û temamê Iraqê destekvanekî mezin bû û pêwiste em Mam bibîr bînin.”

Barzanî di axaftina xwe de sipasiya General David Petraeus kir û ragihand ku Petraeus di dîroka welat de û di wextekî krîtîk de rolekî girîng leyîstiye.  Barzanî ragihand:

“Ew, di wê wextê de, bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re, li dijî terorê û terorîstan bi merdane têkoşiya. Hem destekê da gelek projeyên girîng yên ji bo Kurdistanê û Iraqê. Di wexta hêj komputer negihabû Herêma Kurdistanê, kesê ewilî bû ku bi balafirê komputeran anî Zankoya Silêmaniyê, di avakirina balafirgehên Silêmaniyê û Erbîlê de roleka girîng leyîst.

Navdayîna labaratuwarê ya Petraeus, ne tenê ji bo minnetdariyê û dostaniyê ye lê di heman wextî de, dostekî ku di wexta pêdivî pê hebû ye de, nîşana şukraniya ji bo wî ye jî ku li rex me sekiniye.”

Barzanî her weha ji bo xwendevanên derçûn got ku ne tenê tevlî dinyayê bibin, tevlî afirandina dinyayê jî bibin.

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.