Bosnayê Trump bi fermî wekî namzedê Xelata Nobela Aştiyê nîşan da

PeyamaKurd- Encûmena Serokatiya Dewleta Bosna Hersekê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber xizmetên wî yên ji bo aştîya li Xeze û Rojhilata Navîn, wekî namzedê Xelata Nobela Aştiyê ya 2026an nîşan da.
Encûmena Serokatiya Dewleta Bosna Hersek, ku ji endamên Boşnak, Sirb û Xirwat pêk tê û sê endam e, îro bi biryareke ku bi yekdengî hate girtin, Serokê Amerîkayê Donald Trump, "ji ber pabendbûna wî ya ji bo damezrandina aştiyeke mayînde li Xeze û Rojhilata Navîn", ji bo Xelata Nobela Aştiyê kir namzed.
Biryar, ji aliyê endamê Xirwat Zeljko Komşic ku serokatiya demkî ya encûmenê dike, endamê Boşnak Denis Becirovic û endamê Sirb Zeljka Cvijanovic ve bi yekdengî hate qebûlkirin.
Biryara Serokatiya Dewleta Bosna Hersek, bû yekem car ku Trump bi awayekî fermî ji bo xelata bi prestîj namzed tê nîşandan.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.





