ENKS civiya: Em pabendî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ne

ENKS civiya: Em pabendî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ne

PeyamaKurd- Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) civîna xwe ya asayî li Rojavayê Kurdistanê li dar xist.

Hate diyarkirin ku di civînê de, li gorî pêşketinan çalakkirina rola encûmenê hatie nîqaşkirin û mijara şanda hevbeş a Şamê jî hatiye gutûgokirin.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif piştî civînê got, di civînê de amadebûyan pabendiya xwe bi konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê piştrast kirine û herwiha çalakkirina rola şandeya Kurdî ya hevpar a danûstaninên bi Şamê re girîng hatiye dîtin.

ENKSê herwiha ragihand, ew ê kongreya xwe ya pêncemîn jî di demek nêz de li dar bixin.

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.