Li dijî gefên Rûsyayê balafirên şer ên NATOyê sewqî Polonyayê kirin

Li dijî gefên Rûsyayê balafirên şer ên NATOyê sewqî Polonyayê kirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li Polonyayê sîrena êrîşa hewayî hatiye lêdan û balafirên şer ên NATOyê jî li dijî gefên Rûsyayê bo wî welatî hatine şandin.

Fermandariya Operasyonên Hêzên Çekdar ên Polonyayê ragihand ku ji ber metirsiya balafirên bêmirov yên Rûsyayê yên li nêzî sînorê Ûkraynayê, firokeyên şerî yên NATOyê sewqî herêmê hatine kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber liv û tevgereke zêde ya balafirên bêmirov ên Rûsyayê li herêmên nêzîkî sînorê Ûkraynayê, firokeyên şerî yên artêşa Polonyayê û NATOyê sewqî herêmê hatine kirin.

Hate diyarkirin, “Ji ber metirsiya êrîşa balafirên bêmirov li herêmên sînor ên Ûkraynayê yên cîranê Polonyayê balafirên leşkerî li esmanê me dest bi firînê kirine.”

Rayedaran ragihandin ku ji bo misogerkirina ewlehiya esmanê Polonyayê, hemû prosedur hatine kirin û sîstemên parastina hewayî û keşfa radarê yên bejayî, gihîştine asta herî bilind a amadebaşiyê.

Hêjayî gotinê ye, bi heman awayî Romanya jî ber binpêkirina Rûsyayê di amadebaşiyê de ye.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.