Berpirsê PDKê yê Xurmatû: Kesê gule avêtiye karmendekî YNKê derket

PeyamaKurd- Berpirsê lijneya navçeya PDKê li Xurmatû Îsmaîl Delo ragihand ku 3 kes hatine girtin ku îro Yekşemê danê sibehê binkeya PDKê ya li Xurmatûyê gulebaran kiribûn.
Delo diyar kir ku yek ji wan karmendeke ewlehiyê yê YNKê ye.
Îmaîl Delo wiha got: ‘’3 kes hatine girtin ku demjimêr 11:08ê şeva borî gule li binkeyê lijneya navçeya PDKê berdan û ew kesane ji aliyê polîs û îstixbarata Iraqê ve hatine girtin û ew kesane tên nasîn û em mafê xwe efû nakin û yek ji wan ji asayîşa YNKê
Delo da zanîn: ‘’Ew otomobîl bi taybet ji bo guleberdana li binkeyê PDKê hatiye û rasterast gule lê rêşandine û em wan kesane baş dinasin û hemû raboriya wan jî em dizanin, armanca me berjewendiya gelê kurd û Kurdistanê ye, lê hin kes hene nîgeranin bi wegera PDKê bo Xurmatû, ji ber xwedî girseyekî zêde ye li navçeyê û hemûyan jî berê xwe daye binkeyê PDKê yê li navçeyê.”
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




