Netanyahu: “Heyeta Hamasê ya li Qatarê dijî, qet li xelkê Xezayê nafikire”

Netanyahu: “Heyeta Hamasê ya li Qatarê dijî, qet li xelkê Xezayê nafikire”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu tehdîda xwe ya ser heyeta Hamasê dubare kir û got; dema ji wan xelas bibin, wê dîlên (esîrên) Îsraîlê jî bên berdan û wê şer jî biqede.

Netenyahu, di ser hesabê xwe yê medya civakî de parvekirinekî kir û got ku ew lîderên Hamasê yên li Qatarê dijîn qet li xelkê Xezayê nafikirin û heyeta Hamasê nahêle agirbes çêbibe.

Çapemeniya Îsraîlê daxwuyaniya Netenyahu wekî têkçûna Netneyahu ya di êrîşa ser lîderên Hamasê yên li Dohayê şirove kir.

Artêşa Îsraîlê di 9ê Êlûnê de êrîşên hewayî biribû ser civîna heyeta Hamasê ya hevdîdîtinan ya li Doha ya Qatarê lê biser neketibû.

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.