Hêzên ewlekariya Şamê 4 ciwanên Kurd girtin

Hêzên ewlekariya Şamê 4 ciwanên Kurd girtin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li Şamê 4 ciwanên ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatin girtin.

Ji roja pêncşema borî ve têkilî bi 4 ciwanên Kurd ên ji bajarê Qamişloyê qut bû û heta niha tu agahiyên fermî li ser aqûbeta wan nehatine dayîn.

Hate zanîn kesên hatine girtin, Ebdulezîz Dişwar Hac Elî, Remedan Silêman El Hisên, Diyar Omer û Ehmed Ferhan in.

Birayê ciwanekî ji wan, li ser medya civakî parve kir ku wan agahî wergirtine ku endamên "Ewlekariya Giştî" 4 ciwan li Şamê girtine û niha ew di şaxeke ewlehiyê ya li herêma Şeilan de ne.

Li gorî agahiyan, 3 ciwan ji bo ku weke temsîlên şîrketa xwarinê beşdarî pêşangeha "Expo Food" a Navneteweyî bibin, li Şamê bûn û yê çaremîn jî li zanîngeha Şamê dixwîne.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.