Ji heman malbatê cenazên 5 kesan li cem hev hatin definkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Mersinê li navça Tarsusê ereba ku ji pare li Tırekî xist, ji heman malbatê 5 kesên ku di nav erebê de bûn, tev can dan. Cenazê her 5 kesên malbatê birin Diyarbekiyê navça Çêrmûgê (Çermik) li gundê Aliyan li cem hev defin kirin.
Kesên di qezayê de can dane; Yasin Şen, hevjîna wî Zekiye Şen (41), kurê wan Yusuf Şen (14), bavê Yasin Mahmut Şen (72) û diya Yasin, Fehime Şen (75) in.
Di erebê de keça biçûk ya malbatê Zeynep Şen a 7 salî tedawiya wê li nexweşxanê dewam dike.
Hat gotin ku malbat ji bajarê Konyayê diçû bajarê Entabê da mirovên wan yên ji hecê hatibûn ziyaret bikin.
Îfadê ajotvanê Tırê yê bi navê E.Z. li baregeha cendirmeyan dewam dike tê sitendin.
Ev nivîs 136 car hatiye xwendin.




