Koşka Sipî: Wê Netenyahu û Trump li ser pêşdeçûnên Rojhilata Navîn bicivin

PeyamaKurd – Koşka Sipî ragihand ku wê serokê DYAyê Trump û serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu li ser pêşdeçûnên Rojhilata Navîn bicivin û biaxifin. Hevdîtina wan wê li Koşka Sipî bibe.
Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt di axaftina xwe ya rojane ya çapemeniya Koşka Sipî de got ku wê Netenyahu û Trump êvarê li ser pêşdeçûnên Rojhilata Navîn hevdîtin bikin.
Leavitt got ku wê her dû lîder li ser êrîşên ser Îranê, aştiya li Xezayê, ji bo şerê li Xezayê biqede û li ser têkiliyên navbera Îsraîlê û DYAyê biaxifin. Wê civîn ji bo çapemeniyê girtî be ji ber şîv bi xwe taybete û berdevk weha got:
“Ev şîveka taybet ya êvarê ye. Gelek mijarên girîng li deverê hene. Niha serok berya her tiştî dixwaze şerê li Xezayê biqedîne û temamê rehîneyan serbest bide berdan.”
Li ser pirsa ku 60 roj agirbes bibe, wê piştî wê çi bibe Leavitt got:
“Binêrin. Niha serok li ser qebûla Hamasê ya agirbesê hûr bûye. Ji ber rêza min ji bo muzakereyên agirbesê heye, naxwazim di derbarê hûrgiliyan de biaxifim.”
Ev nivîs 145 car hatiye xwendin.




