Îranê gef li Îsraîlê xwar: Wê poşman bibin!

Îranê gef li Îsraîlê xwar: Wê poşman bibin!

PeyamaKurd- Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebulfazil Şikarçî got ku hêzên wan di amadebaşiyeke tam de ne û diyar kir, ji bo her îhtimala êrîşa nû ya Îsraîlê wê bersiva wan tundtir û bihêztir be.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebulfazil Şikarçî behsa şerê 12 rojî yê welatê xwe yê li gel Îsraîlê kir û îdia kir ku wan di şerê 12 rojî de serkeftin bi dest xistiye û derbeke mezin li Îsraîlê daye.

Ebulfazil Şikarçî got ku wan Îsraîl neçar kir iye şer rawestîne û da xuyakirin, amadehiya hêzên wan ên çekdar di asteke gelek bilind de ye û eger Îsraîl li dijî Îranê gaveke şaş biavêje, dê bersiveke tund bê dayîn.

Şikarçî got ku di ew di her êrîşeke Îsraîlê de, bersiveke tund, cidî, bihêz û poşman bikin bidin.

Li aliyê din, Alîkarê Nivîsgeha Îdeolojîk-Siyasî ya Fermandariya Bilind a Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê Resûl Senayî Rad, bal kişand ser amadehiya hêzên wan li hember her êrîşeke Îsraîlê û ragihand, eger Îsraîl dîsa êrîş bike, dê bersiva Komara Îslamî ji ya ku di şer de hebû, gelek tundtir û bihêztir be.

Ev nivîs 141 car hatiye xwendin.