Heyeta DEM Partiyê Piştî Erdoğan wê bi wezîrê dadê Tunç re hevdîtin bike

Heyeta DEM Partiyê Piştî Erdoğan wê bi wezîrê dadê Tunç re hevdîtin bike

PeyamaKurd – Piştî hevdîtina DEM Partiyê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re wê heyet bi wezîrê dadê yê Tirkiyê bi Yılmaz Tunç re roja 08.07.2025an de, seet di 13.30an de hevdîtinê bike.

Hevdîtina DEM Partiyê ya bi Erdoğan re li dora seetekî dewam kiribû û her dû teref behsa xebatên di nav pêvajoya xwe feshkirin û çekdanîna PKKê û pêşdeçûnên dinan kirin.

Di hevdîtina bi Erdoğan re parlementera bajarê Wanê ya DEM Partiyê Pervin Buldan, parlementerê berê Mithat Sancar û wekîlê serokê AKPê Efkan Aala amade bûn. Li ser hevdîtina bi Erdoğan re DEM Partî got:

“Heyeta İmraliyê ya DEM Partiyê Pervin Buldan û Mithat Sancar îro li Beştepe bi serokkomar Erdoğan re hevdîtin kir. Heyeta me asta pêvajoyê ku am tê de ne û tiştên piştî niha bên kirin, di derbarê wan te fikr û pêşniyarên xwe gotin. Di hevdîtinê de her dû teref gotin ku ji bo dewama pêvajoyê îrada her dû terefan heye.”

Heyeta DEM Partiyê do çûbû Îmraliyê seredana Öcalan.

Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.